Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Îsraîlê 2 fermandeyên din ên Hemasê kuştin

12:08 - 18 Tebax 2024

Li berdewamiya êrîşên esmanî yên Îsraîl bo ser milîsên Hemasê, vê carê li devera Cinîn a Felestînê de maşîneke hilgirê 2 fermandeyên Hemasê bûne armanc û hatine kuştin.

Artêşa Îsraîl û Îdareya ewlehiya navxwe anku Şînbêt, roja şemî 27ê Gelawêjî li demjimêrên şevê de bi belavkirina daxuyaniyeke hevpar ragiahndin ku li êrîşa dironî bo ser ordûgaha Cinîn li tenîşta rojavayê Çemê Ordonê, 2 fermandeyên leşkerî yên Hemasê kirine armanc.

Pêka vê daxuyaniyê, “Reifet  Duwasî û Ehmed Ebûore” ên fermandeyên leşkerî yên Hemasê li vê êrîşê de hatine kuştin.

Ragihandinên ser bi rêjîma Îranê jî ragihandine ku ew fermandeyê hêza Qesam a taya leşkerî ya Hemasê ne û çavkaniyên nefermî yên Îsraîlê jî îşare bi kuştina 4 fermandeyên Hemasê kirine.

Hemasê kuştina wan 2 kesan li Cinînê de piştrast kiriye.