Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qutbûna berqê li Îranê bûye kirîze mezin

12:17 - 18 Tebax 2024

Rêjîma Îranê dixwaze bo heyama 2 heftiyan hemû kompaniyan li bajarê Meşhedê dabixe û werzêran jî ragihandine ku bi sedema qutbûna berqê, metirsiya gelek micid a jinavçona berhemên werzêriyê heye.

Pêka gotina xwdiyê yek ji kompaniyên pîşeyî li bajarê Meşhedê, li bexsnameyekê de daxwaz ji hemû birêpveberê kompaniyên pîşeyî li bajarê Meşhedê de hatiye kirin ku bi sedma nebûna berqê bo heyama 2 heftiyan kar li kompaniyên xwe de bi tevavî bisekinîn.

Herwisa pêka rapora “Ticaret News” a ser bi rêjîma Îranê, qutbûna berdewam û li peyhev a berqê, berhemanîna berhemên wezêrî tûşî pirsgirêkên gelek micid kirine û ew yeka gefeke gelek micid û metrirsîdar li ser ewlehiya xwarin li Îranê ye û ragihandiye ku ew kirîzeke herî mezin e û xisarên gelek mezin ên bê veger bi werzêran kevtine û derbeke giranbo aboriya malbatên werzêrane.

Hejmareke zêde ji kompaniyên berhemanîna xwarin, derman û hewcehiyên din ê xelkê li bajarê Meşhedê de ne û sekinandina karê wan dê kirîza aboriya li Îranê bo xelkê gelek dijwartir bike û renge xisarên bêveger ên mezin bi xelkê Îranê bikevin û herwisa kirîza nebûna avê bi sedema qutbûna berqê, tevî jinavçona berhemên werzêrî, xisareke mezin bo wezêran û herwisa xwarina hewce bo xelkê Îranê ye.