Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li 27ê Gelawêjê, çendîn kombûnên nerizayetî li Îranê de bi rê ve çon

12:20 - 18 Tebax 2024

Kombûna nerizayetiya perestaran li Îranê berdewam e û li çend bajarên din ên Îranê de jî, perestar tevlî kombûnên nerizayetî ya perestaran bûn.

Roja Şemî 27ê Gelawêjê, perestaran li derheq pêrenegihştina berpirsan bi pirsgirêkên jiyan û karê wan li bajarên wek Erak, Meşhed û Yasûcê de kombûnên nerizayetî lidar xistin û peresdaran li çendîn bajaran de jî bo nîşandana nerizayetiya xwe dest ji kar berdane û man girtine.

Wan perestaran daxwaza pêdeçon bi diyarîkirina kar û hiqûq û tomarkirina zixmetkariyên perestarî li ser navê perestaran, hilveşandina zêdekariya zoremilî û serastkirina hiqûqê zêdekariyê kirine.

Herwisa wan perestaran daxwaz zêdekirina lezgîn a hiqûqê xwe,dana hiqûqê paşketî, pêregihîştin bi rewşa karkirin û dawîhatin bi tundûtîjiyên hêzên ewlehî digel perestarên nerazî kirine.