Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji 8 parêzgehên Îranê li jêr gefa nebûna ewlehiya xwarinê dene

12:22 - 18 Tebax 2024

Rêjîma Îranê ragihand ku 8 parêzgehên Îranê li jêr gefa nebûna ewlehiya xwarinê de ne û li wan parêzgehan de xwarina hewce û tendirûst bo beşa herî zêde ya xelkê dest nakeve.

Li parêzgeha Xûzistanê %58 li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de zêdetir ji %70 û li parêzgeha Kirmanê de %74 a xelkê rastî pirsgirêka nebûna ewlehiya xwarinê hatine.

Herwisa pêka wan amaran, ew pirsgirêk li parêzgehên “Kohgîlûye û Boyêrf Ehmed, Îlam, Hormozgan, Bûşêhr, û Xurasan”ê de jî gelek dijejwar e.

“Nasir Kelanterî” yê endamê “Encumena Xwarina Zarokan li Îranê” gotiye: “Li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de %50 a zarokan rastî xwarina natendirust, kurtmana bejnê û %25 a wan rastî daketina kêş a bi sedema pirsgirêka xwarinê hatine”.

Pêştir jî meclîsa rêjîmê ragihandibû ku zêdetirt ji %50 a xelkê Îranê kaloriya hewce ya standard bo rojê, dest wan nakeve.