Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha pasdaran a terorîst, li pey berhemanîna mahwareyên sîxuriyê ye

12:24 - 18 Tebax 2024

Rêjîma Îranê li pey berfirehtirkirin û geşedan bi berhemanîna mahwareyan bi armanca sîxurîkirin û çavdêrî bi rêya esmanî ye û spaha pasdaran a terorîst lihevkirinek digel 2 kompaniyên Çinê kirine.

Pêka rapora rojnameya “The Washington Post” a Amerîkayê, spaha pasdaran a terorîst cehdê dike ku bi lihevkirin digel 2 kompaniyên teknolojî yên Çînî, mahwareyên biçûk ên bi kamêrayên bi hêz bi armanca sîxurîkirin û çavdêrî bi rêya esmanî berhem bîne.

Pêka vê raporê, hejmarek ji berpirsên Rojavayî û yên Rojhilata Navîn ku nexwestiye navê wan eşkere bike, îşare bi wan mahwareyên sîxurîkirinê kirine ku renge bo armancên leçkerî bi kar bên.

Heriwsa wan berpirsan gotine ku rêjîma îslamiya Îranê li pey berfirehtirkirina şiyana xwe bo sîxurîkirin û çavdêrî jidûrve û komkirina zanyariyan ên wek wêneyên bi kalîteya gelek baş ji armancên leşkerî li Îsraîl û li seranserê Rojhilata Navîn de ye û nigeraniya vê yekê heye ku ew zanyarî ji aliyê rêjîma Îranê bo milîsên ser bi vê rêjîmê yên wek Hûsiyên Yemenê bêne şandin.