Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên teblîxî bi hilkefta 25ê Gelawêjê li gund û bajarên Kurdistanê berdewam in

12:47 - 18 Tebax 2024

Endam û alîgirên hizba Dêmokrat li çendîn gund û bajarên Rojhilatê Kurdiatanê de çalakiyên berfireh ên bi hilkefta 25ê Gelawêjê li 79emîn salvegera avakirina vê Hizbê de bi rê ve birin.

Li berdewamiya çalakiyên bi hilkefta 25ê Gelawêjê de, ji aliyê endam û alîgirên têkoşer ên Hizba dêmokrat li wan cihan de çalakî bi rê ve çon:

Li gundê Atabulaxî ser bi bajarê Bokanê û herwisa bajarê Serdeştê û li gundê tengîserê ser bi bajarê Sinê alaya Kurdistan û Yûbîla Hizba Dêmokrat hate hildanê û li devera Çemê Mecîdxan endam û alîgirên Hizba Dêmokrat peyamek belav kirin û alaya Kurdistanê li ser binkeya tendirustiya Serçinarê, bilind kirin.

Herwisa li bajarê Pîranşarê de Dola Badînavê bi ayala Kurdistanê hate xemilandin û li bajarê Ciwanroyê de jî alaya Kurdistan û Yûbîla Hizba Dêmokrat hatine bilindkirin û li gundê Atabulaxiya bajarê Bokanê de endam û alîgirên hizba Dêmokrat serdana gora şehîdan li wî gundê de kirin.

Li gundê tengîserê de jî yada Şehîd Komar Deroftade li roja dayîkbûna wî de bi bilind hate ragirtin.

Li gundê Haçêderê ser bi bajarê Mihabadê jî çalakiyên teblîxî bi rê ve çon.

Herwisa li çend gundên ser bi bajarê Selamsê jî alaya Kurdiustanê hate bilindkirin.