Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiya Hizba Xelkê Belûçistanê bi hilkefta 25ê Gelawêjê li 79emîn salvegera avakirina Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

12:48 - 18 Tebax 2024

Hizba Xelkê Belûçistanê bi hilkefta 79emîn salvegera avakirina Hizba Dêmokrat peyamek belav kir û ragihandiye ku she bi şanaziyê dike ku bi mifahvergirtin ji ceribandinên bi nirx ên 8 dehikan ên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê niha bi hev re li xebateke hevpar de ne.

Li beşeke vê peyamê de hatiye ku Hizba Dêmokrat a Kurdistan Îranê li 25ê Gelawêja sala 1324 a Rojî bi rêberiya şehîdê doza azadiyê “Qazî Mihemed” û hevrêyên wî bi şêwazeke demokratîk û modern hate avakirin.

Herwisa li beşeke din a peyamê de hatiye ku ‌Hizba Dêmokrat li qonaxa jiyana dîrokiya xwe de serkevtin û şikestên zêde ceribandine û kariye pêgeheke xuya li nav gelê Kurd û deverê wek berevanîkirin ji serweriya netewiya Kurd û berevanî li mafê çîn û qatên xelkê Kurd bo xwe diyarî bike.

Li beşeke din a peyamê de jî hatiye ku Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li avakirina Kongireya Netewên Îrana Federal de rola herî serekî û avakerî li lihevanîna netewên bindest ên Îranê de heye. Kongireya  netewên Îrana Federal li qonaxa piştî komara îslamî, dikare roleke yekalîker li diyarîkirina sîstema paşerojê û bi destveanîna mafên vekhev bo hemû xelkê Îranê hebe.

Herwisa li vê peyamê de hatiye ku li şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê û rola Kurdistana qehreman û Hizba Dêmokrat, binyatên rêjîma faşîstiya komara Îslamî hejand û soza  pêşerojekî azad da hemû xelkê Îranê ku bi şêwazekê bikarin seh bi bihevrejiyana aşitîxwazane bikin.

Hizba Xelkê Belûçistanê ji dil ve pîrozbahiya salvegera avakirin a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li netewa Kurd û endam û alîgirên Hizba Dêmokrat dike û she bi şanaziyê dike ku bi mifahvergirtin ji ceribandinên bi nirx ên 8 dehikan ên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê niha bi hev re li xebateke hevpar de ne.