Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşên Esmanî yên Îsraîl bo ser milîsên ser bi rêjîma Îranê berdewam in

12:01 - 3 Tebax 2024

Artêşa Îsraîlê ragihand ku berpirsekî payebilind ê Cehada Îslamî ya Felestînê kuştiye û herwisa çendên binke, bargeh û enbarên cebilxaneya milîsên ser bi vê rêjîmê li Lubnan û Sûriyê de hatine teqandin.

Roja Înê 12ê Gelawêjê, Artêşa Îsraîlê ragihand ku “Mihemed Elcebarî” ku cihgirê Fermandeyê berhemanîna çek û cebilxaneya Cehada Îslamî ya Felestînê ye, digel 30 endamên din ên wê girûpê li bajarê Refehê de kuştine.

Herwisa piştî derbasbûpna çend heftiyan, Artêşa Îsraîlê kuştina fermandeyê taya leşkerî ya Hemasê “Mihemed Zeyf” piştrast kir.

Pêka raporên belavbûyî,  balafirên şerker ên Îsraîl, derdora gundê “Hewş Seyîd Elî” li Boqa`i a rojhilat li Lubnanê, devera “Zeyta û Motreba” li derdora bajarê “Alqesîr”ê li nêzî sînorê Lubnan û Sûriyê de binke û bargehên milîsên ser bi rêjama Îranê û herwisa enbarên cebilxaneyên wan û spaha Pasdaran, bombebaran kirine.

Herwisa 2 endamên deftera siyasiya Hemasê yên bi navên “Rûhî Muşterî û Samih El-Sirac” û fermandeyê hêza “Qesam” a Hemasê yê bi navê “Ebdulhadî Siyam” ku berpirsê ewlehiya Hemasê li devera Xezê ye û “Samî Ûde” yê berpirsê ewlehiya giştî ya Hemasê û “Mihemed Hedîd” ê berpirsekî yekeya mûşekiya Hemasê li devera Xezê li tûnêleke Xezê de ji aliyê Artêşa Îsraîlê ve hatine kuştin.