Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiya Hizba Şiyû`î ya Kurdistanê bi hilkefta 25ê Gelawêjê

10:38 - 19 Tebax 2024

Bo rêzdar Rêberiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Li 79emîn salvegera avakirina hizba ve ya têkoşer, Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, li ser navê Mekteba Siyasî û Serkirdayetî û hevrêyên me, em pîrozbahiyeke gerim li we dikin û hêviya serkevtin û serbilindiyê bo we dixwazin.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li dîroka xebat û tekoşîna xwe de li tevgera rizgarîxwaziya gelê me li Rojhilatê Kurdistanê de li pêxema bidestveanîna azadî û mafên rewa yên gelê me de dîrokek bi şan hebûye û li vê pêxemê de çendan şehîd û qurbqanî jî dane.

rêzdaran

Li vê demê de ku yada salvegera avakirina Hizba ve ya têkoşer dikin, cîhan û dever li rewşeke hestiyar re derbas dibe, Bi sedema alozî û dijheviyên li Rojhilata Navîn, niştimana me jî ji vê rewşê bi dûr nemaye. Lewma vekhevî û yekhelwîstiya hêz û aliyên siyasî, hewcehiyek girîng bo vê qonaxê ye.

Li vê hilkeftê de careke din em tekezî li ser pêwendî û dostayetiya ji berê ve ya Hizba Şiyû`î a Kurdistanê û Hizba ve ya xebakar dikin

Her şad û serbilind bin

Digel rêzê

 

Mekteba Siyasiya Hizba Şiyû`î a Kurdistanê

25ê Gelawêja 1403 a Rojî