Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Hizba Zehmetkêşanê Kurdistanê bi hilkefta 25ê Gelawêjê

10:39 - 19 Tebax 2024

Rêzdar: Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdiatana Îranê

 

silavek germ

Bi hilkefta 79emîn salvegera avakirina Hizba Dêmokrat a Kurdiatana Îranê em gelek bi germî pîrozbahî li we rêzdaran û li hemû endam û alîgirên têkoşer ên Hizba ve dikin, hivî dikin ku ew hilkefta dîrokî, derfeteke din bo vekhevî û giringîdan bi xebata li pêxema bidestveanîna armancên bilind ên gelê me be.

Rêzdaran…

25ê Gelawêjê, li 79emîn salvegera avakirina Hizba Dêmokrat a Kurdiatana Îranê li rewşeke hestiyar de bi rê ve diçe, bi sedema şer û lêkevtên şer, aşitî û aramiya cîhan û deverê li jêr gefê de ye, ew rewşa aloz, karlêkerî li ser Kurdistan û tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê heye, lewma bo rawestan li hember wan astengiyan, em bûna dîtingehek siyasî û şirovekirin û têgihîştina wan mijaran li navbera aliyên siyasî yên Kurdistanî, bi hewce bo vê qonaxê dizanin.

Her li vê bîranînê de em tekez li ser pêwendiyên dostane yên li navbera Hizba Zehmetkêşanê Kurdiatanê û Hizba Dêmokrat a Kurdiatana Îranê dikin

 

Digel rêzê

Mekteba Siyasiya Hizba Zehmetkîşanê Kurdistanê

25ê Gelawêja 1403 a Rojî