Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bidarvekirina girtiyan li girtîgehên rêjîmê de zêdetir bûye

11:54 - 20 Tebax 2024

Rêjîma Îranê ji destpêka heyva Gelawêjê ve heta niha 121 kes li gitîgehên xwe li Îranê de bidar vekirine.

Pêka raporên belavbûyî, li sibêdeha roja Duşemî 29ê Gelawêjê, 2 girtî yên bi navên “Mihemed Keremî û Îsmaîl Cewadî” li girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê li bajarê Kerecê de hatine bidarvekirin.

Herwisa li vê rojê de 5 kes li girtîgeha rêjîmê li bajarê Yezdê de hatine binavkirin ku 3 hevwelatiyên Belûç û 2 kes jî xelkê Efxanistanê bûne.

Li 28ê Gelawêjê de jî 3 girtî yên bi navên “Yûsif Kazimzade, Elî Selîmî û Heyder Ereb”, li girtîgeha Adilabad a rêjîmê li bajarê Şîrazê de hatine bidarvekirin û li girtîgeha rêjîmê li bajarê Tewrêzê de jî girtiyek bi navê “Ebas E`ilayî Axbulax” ji aliyê rêjîmê ve hate bidarvekirinê.

Pêka amarên belavbûyî, li 25ê Gelawêjê de jî girtiyek li girtîgeha rêjîmê li bajarê Xewaf de hate bidarvekirin.

Rêjîma Îranê bi armanca tirsandina xelkê Îranê û çêkirina rewşeke sam û tirs li cîvaka Îranê, bidarvekirinê wek alavek bo vê armancên xwe bikar tine.

Pêka raporên belavbûyî rêjîma Îranê li girtîgehên xwe yên li seranserê Îranê de ji destpêka heyva gelawêjê ve heta niha zêdetir ji 121 binçavkirî bidar vekirine.