Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cebilxaneya Hizbullahê li geliyê “Boqa`i”ê de hate teqandin

11:56 - 20 Tebax 2024

Li êrîşeke esmanî ya Artêşa Îsraîl bo ser milîsên Hizbullahê li bakûrê Rojhilat a Lubnanê, enbareke mezin a cebilxaneya Hizbullahê hate teqendin û fermandeyekî wan jî li başûrê Lubnanê hate kuştin.

Pêka girte vîdyoyên belavbûyî, li demjimêrên şeva 29ê Gelawêjê enbareke mezin a mûşek, rakêt û çek û cebilxaneya Hizbullha Lubnanê li geliyê “Boqa`i”ê de li bakûrê rojhilatê bajarê “Beilbek”ê de bû armanca bombên Îrsaîlî û hate teqandin.

Teqîna li vê enbara cebilxane bi qasekî mezin bû ku rakêt û mûşekên li vê enbarê li dema teqînê de li derdora xwe belav dibûn û diteqiyan, heta niha ti zanyariyek li derheq xisarên canî an malî yên teqîna wan rakêt û mûşekên Hizbullahê li derdora vê enbara cebilxaneyê li ber dest nîne.

Herwisa fermandeyekî yekeya rakêt û mûşekiya Hizbullahê li devera “Yarîn” li başûrê Lubnanê bi navê “Husênelî Husên” bû armanca dironeke Îsraîlî û bi maşînê ve hate teqndin.