Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji 50 nexweşxaneyan de perestaran beşdarî li kombûnê nerizayetiyê de kirin

11:59 - 20 Tebax 2024

Li berdewamiya kombûnên nerizayetî ya Parestaran, li zêdetir ji 50 nexweşxaneyan de perestar tevlî wan kombûbnên nerizayetiyê bûn.

Li halekê de ku roja Duşemî 29ê Gelawêjê kombûnên nerizayetî ya perestaran li bajarên wek Meşhed, Îsfehan û Ehwazê de dest pêlkiribû, kombûna nerizayetiya perestaran berfirehtir bû û li çendîn bajarên din ên Îranê ên wek Erak, Îsfehan û Ehwazê de tevlî kombûnên nerizayetiyê bûn û dest ji kar berdane.

Li halekê de ku hêzên întizamî yên rêjîmê li bajarê Meşhedê de li cihê kombûna nerizayetiya perestaran li nexweşxaneya Wilayet a wî bajarê de cihgîr bibûn, li bajarê Erakê de jî hêzên ewlehî gaza bîber li dijî perestarên nerazî bi kar anîne û perestarek nerazî jî binçav kirine.

Li vê derheqê de birêveberê giştî yê “Mala Perestar”, Mihemed Şerîfî Moqedem” gotiye: “Rêjeya kombûnên nerzayetî û mangirtina perestaran heta niha bê mînak bûne û perestaran li zêdetir ji 50 nexweşxaneyan de li seranserê Îranê, tevlî wan kombûnên nerizayetiyê bûne û li rastiyê de bi qasekî zêde bûne ku hejmara wan bi serastî em nizanin”.

Perestar li seranserî Îranê de rastî pirsgirêkên dijwar hatine û bilî westiyana zêde û hiqûqê kêm û metirsiya vê li ser tendirûstî û jiyana perstaran, rastî nedana hiqûq û reftara hovane ya hêzên ewlehî yên rêjîmê û binçavkirinê jî tên.