Hêzên ewlehî yên rêjîmê piştî gazîkirina 2 welatiyên Kurd ên xelkê Bajarê “Sine û Şino”yê ew binçavkirin.
Pêka rapora Kurdpayê, roja Duşemî 29ê Gelawêjê, Muxtar Esedî, çalakvanê sendîkaya Mamostayan li bajarê Sinê, piştî gazîkirin bo polîsê “FETA” a rêjîmê li bajarê Sinê, hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.
Li 16ê reşemeya sala 1401 a Rojî, hêzên ewlehî bê belgeya yasayî êrîş kiribûnbe ser mala wî çalakvanê sendîkayaya mamostayan û ew binçav kiribûn ku piştî lêpirsîn li girtîgehên rêjîmê de li 28ê Reşemeya hemen salê bi danîna barimteyê li girtîgeha rêjîmê li bajarê Sinê hatibû azadkirin.
Herwisa li 29ê Gelawêjê, piştî banghêjkirina welatiyekî xelkê bajarê Şino yê bi navê “Semed Şaboyî” xelkê gundê Şawaneyê ser bi bajarê Şinoyê bo dadgeha înqilab a rêjîmî li bajarê Urmiyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo girtgeha navendî ya rêjîmê li wî bajarî, hate veguhastin.
“Semed Şaboyî”, birayê şehîd “Siyamed Şaboyî” ye endamê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ye ku ji aliyê kesên ser bi rêjîma Îranê li bajarê Hewlêrê de hate terorkirin.
Heta niha sedema binçavkirin û sizaya sepandî bo ser wan 2 welatiyan, ti zanuyariyek li berdest nîne