Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê pêşniyara Amerîkayê bo sekinandina şer li Xezê qebûl kiriye

12:03 - 20 Tebax 2024

Wezîrê Derve yê Amerîkayê daye zannîn ku Îsraîlê pêşniyara Amerîka bo sekinandina şer li Xezê qebûl kiriye û niha li benda bersiva Hemasê ne.

Roja Duşemî29ê Gelawêjê, Antonî Bilînkin ê Wezîrê Derve yê Amerîkayê ragihand ku Îsraêlê pêşniyara Amerîkayê bo sekinandina şer û azadiya barimteyan qebûl kiriye û niha hewce ye ku Hemas jî pêşniyara Amerîkayê bo agirbestê li Xezê û azadkirina barimteyan qebûl bike.

Herwisa navbirî bi tekezî ragiahndiye ku pêngava din a girîng erêkirina vê pêşniyara Amerîkayê ye û li egera erêkirinê de jî dê pêregihîştin bi daxwaziyan bêne kirin lê hêj biryarên dijwar mane û hewce ye ku birêveberên her du aliyên danûstandinê, biryarên dijwar bidin.

Antonî bilînkin li derheq giringiya vê pêşniyara agirbestê de got: “Ew demeke qedersaz e û renge baştirîn û dawî derfet bo zivîrandina barimteyên li destê Hemasê û agirbestê û rêxweşkirin bo aşitî û aramiya berdewam be”.

Heta niha Hemasê bi fermî ew pêşniyar red nekiriye lê daye zanîn ku ew pêşniyar zêdetir bo aliyê Îsraîlê ve ye.

Li wan danûstandinan de Amerîka, Misir û Qeter rola navbendçîtiyê hene û heftiya derbasbûyî ragihandibûn ku tevî ku negihîştine ti encamekê, lê pêşkevtin li danûstandina de hebûye.