Bi hilkefta 25ê Gelawêjê, li 79emîn salvegera avakirina Hizba Dêmokrat a Kurdiustana Îranê, li çendîn welatên Ewropayê de rêûresma 25ê Gelawêjê bi rê ve ço.
Roja Yekşemî 28ê Gelawêjê, li bajarê Mençistêrê de li welatê Birîtaniya, rêûresma 79emîn salvegera avakirina Hizba Dêmokrat bi beşdariya endam û alîgirên Hizba Dêmokrat û hogirên vê Hizbê, li çend beşên taybet de bi rê ve ço.
Herwisa roja Şemî 27ê Gelawêjê, yada 79emîn salvegera avakirina Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi beşdariya endam û alîgirên Hizba Dêmokrat li bajarê Viyenê paytexta Otrîşê, bi rê ve ço û endamê birêveberoiya partiya kesk a Ortîşê li wî bajarî, nûnerên “partiya Dêmokrata Kurdistana Sûriyê, partiya Yekîtiya Demokrata Kurdê Sûriyê û partiya azadiya Kurdistanê bi rê ve ço.
Herwisa li vê rojê de li welatê Danmarkê, rêûresma 25ê Gelawêjê li bajarê “Horsêpns”ê de bi beşdariya endam û alîgirên Hizba Dêmokrat bi rê ve ço û hevdem salvegera ji dayîkbûna şehîd “Komar Deroftade” li vê rêûresmê de bi bilind hate ragirtin.
Herwisa li roja Înê 26ê Gelawêjê de jî, li welatê Norwêjê de rêûresma 25ê Gelawêjê 79emîn salvegera avakirina vê hizbê, bi beşdariya endam û alîgirên Hizba Dêmokrat û nûnerên çendîn partiyên welatê Norwêjê û çendîn partiyên Îranî û hizbên Kurdistanî bi rê ve ço.