Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gelek welatên Rojavayî daxwaz ji welatiyên xwe kirin ku bilez ji Rojhilata Navîn derkevin

12:03 - 3 Tebax 2024

Piştî kuştina Îsmaîl Heniye serokê girûpa Hemasê li Têhrana paytextê Îranê de, û gefên êrîşa tolhildanê bi ser Îsraîl ji aliyê rêjîma Îranê ve, û egera berfirehtirbûna şerekî giran, piraniya welatên Rojavayî daxwaz ji hevwelatiyên xwe kirin ku hindî zû ji welatên Îran, Lubnan, Êraq, Sûriyê derkevin.

Welatên Firanse, Birîtaniya û piraniya welatên endamê Yêkitiya Ewropa daxwaz ji welatiyên xwe kirin ku lezgîn Îranê terik bikin.

Ev 2 şeve ku Welatên Rojhilata Navîn wek Turkiye, Ordon, Êraq, Herêma Kurdistanê firîna li Firokexanên xwe de sekinandine .

Li egera êrîşa rêjîma Îranê bo ser Îsraîl û gorî ceribandina êrîşa Mûşekî û Dironiye rêjîma Îranê li meha Aprîla derbasbûyî de, nîgeraniya hindê heye ku Mûşekên rêjîma Îslamî ku nestandardin, li welatên cuda cuda ye deverê de bikevin û xisarê bigehînine xelkê wan welatan.

Gelek welatan, û bi taybet Amerîka, Firanse, Alman û Birîtaniya haydarî dane rêjîma Îranê hekî êrîşê bike ser Îsraîl, ev dê tedaxulê bikin û piştewaniyê ji Îsraîl bikin.

Piştî kuştina Heniye, berpirsên rêjîma Îranê û serveyî hemiyan Xamineyî gefa êrîş û tolhildanê ji Îsraîl dikin.