Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê cehdê dike pêvajoya hilbijartinê li Amerîkayê, biguhre

12:09 - 20 Tebax 2024

Sê navendên ewlehî yên Amerîkayê bi belavkirina daxuyaniyeke hevpar ragihandine ku rêjîma Îranê bi dizîna zanyariyên stadên hilbijartinê, cehdê dike pêvajiya hilbijartina serkomarî li Amerîka biguhere.

Roja Duşemî 29ê Gelawêjê, Polîsê Federal yê Amerîka “FBI”, Saziya Ewlehiya Saybêrî û Saziya Ewlehiya Jêrxanên Amerîkayê bi belavkirina daxuyaniyeke hevpar piştrast kirine ku rêjîma Îslamiya Îranê, li pey çêkirina dijayetî û kêmkirina baweriya giştî ya xelkê Amerîka bi navendên demokratîk li Amerîkayê ye.

Wan navendên ewlehî ragihandine ku çalakiyên êrîşkareneyên rêjîma Îranê li heyama hilbijrtina vê doreyê bi taybet bi rêya nifûzkirinê, civaka Amerîka û stadên hilbijartina serkomariyê kiriye armanc.

Herwisa wan navendên ewlehî tekez kirine ku civaka zanyarî ya Amerîkayê baweriya tevav, bi vê yekê heye ku kesên ser bi rêjîma Îranê bi rêya “endayzariya civakî” û hewlên din li pey wan kesane bûne ku bi awayê rasterast destpêregihîştin bi hilbijartinên serkomarî yên herduk partiyên Demokrat û Komarîxwaz de hene.

Herwisa wan navendên ewlehî ragihandiune ku vê yekê, ji rêjîma Îranê qebûl nakin.