Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li devera Korêsk a Rûsiyê, 92 bajarok kevtine li jêr kontrola serbazên Ukraynê

12:19 - 20 Tebax 2024

Li berdewamiya şerê Rûsiye û Ukraynê, hêzên Artêşa Ukranê karine li devera Korêsk a Rûsiyê de, kontrola 92 bajarokan bi destê xwe ve bigrin.

Serokmarê Ukraynê Vêladêmîr Zêlênskî li derheqê pêşreviya hêzên Ukraynê ragihand ku “Artêşa Ukraynê zêdetir ji hezar û 250 kîlometrên 2cî ji axa Rûsiyê xistine jêr kontrola xwe ku 92 bajarokan li xwe digre” û ew êrîşa bo ser axa Rûsiyê bi armanca neçarkirina Rûsiyê bo destpêkirina danûstandinên sekinandina şer û destpêkirina danûstandinên aşitiyê ye.

Rûsiyê piştî pêşrewiya hêzên Ukraynê li devera Korêskê, pêşniyara danûstandin bo aşitiyê red kir.

Bajarê Sodêja li devera Korêskê, yek ji deverên herî girîng bo veguhastina gazê bo Ewropayê ye ku niha li jêr kontrola serbazên Ukraynê de ye.