Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yêkgirtina Hizba Dêmokrat, serkevtinekî netewî

15:08 - 20 Tebax 2024

N. Nûredîn Sofîzade

Li 30ê Gelawêja 1401 a Rojî de, herduk aliyên Hizba Dêmokrat piştî 16 salav jev weqetiyanê bi belavkirina daxuyaniyekê û li merasimekî bi şan de, mizgîniya yêkgirinê dane gelê Kurd û xwezî û daxwaza wan hasil kirin.

Ku wisaye Gelawêjê herwekî gelek rojên dine ye xwe, dawî roja xwe terxan kir bi vê yada pîroz û girîng û kevte nava rojên pîroz û wekî rojekî serkevtina netewî bo xelkê Rojhilatê Kurdistanê kevte nava rûpelên dîroka pir ji xebata Hizba Dêmokrat.

Li ber hindê em dikarin bibêjin ku yêkgirtina Hizba Dêmokrat destkevta netewî bû, çimku li heyamê 16 sal jev weqetiyanê de, tu carî xelkê Rojhilatê Kurdistanê êtiraf bi 2 Dêmokrat bûnê nekirin û li wî heyamî de tu caran rexne û nerazîbûna xwe neveşartin û berdewam daxwaza yêkîtî û yêkgirtina Hizba xwe dikirin.

Li ber hindê em dikarin bibêjin ku yêkgirtina Hizba Dêmokrat destkevt û xweziya netewî bû, çimku piraniya hêz û aliyên siyasî û netewî li her çwar perçên Kurdistanê, jev weqetiyana Hizba Dêmokrat bi xisar û bandora nerênî bi ser xwe jî dizanîn û berdewam daxwaza yêkgirtina herduk aliyên wê Hizbê dikin.

Me dît ku dema mizgîniya yêkgirtina Hizba Dêmokrat bû cihê dilxweşiya gelê me li Rojhilat û perçên dine ye Kurdistanê û bandorekî erênî dana ser xebat û pêywendiyan, û rûpelekî nû li ser xebat û berxwedan û dilgermiya xortên şorişvan û xelkê welatparêze Kurdistanê dana.

Hizba Dêmokrat bi yêkgirtina xwe ku qonaxekî nû ji xebatê dest pê kir, li gelêjan û li ber bandora mizgîniya dilxweşkere wê yêkgirtinê li nava xelkê Rojhilat de ku daxwaziya wan bû, me dît ku piştî 20 rojan bi hêceta kuştina keça Kurd a bi nave Jîna Emînî, xelkê weke derfet û hêcetekî ku nîşan bidin ku yêkgirtina Hizba Dêmokrat çi qas bandora dilgermiyê li ser wan hebûye, û bersivek bo amadeyîya fidakariyê bo bi gurtirbûna xebatê bi Hizba xwe, serhildanekî mezin û bi girse dest pê kirin ku gelek nekêşa ku perên xwe havêtne seranserî Îranê jî.

Em dikarin bi xatircemî ve bêjin ku hekî yêkgirtina Hizbê nebaya, renge kuştina Jîna Emînî jî weke gelek cinayetên rêjîmê bi bê dengî derbas bibaya.

Jev weqetyana Hizbê gelek xisarên siyasî, netewî, hizbî û civakî bi dû xwe de anîn, lewra yêkgirtina wê jî li henber de, serkevtin û destkevtên mezin bi du xwe de anî.

Hizba Dêmokrat bi yêkîtî û yêkbûna xwe hertim cihê hivya gelê Kurde û dê her wisa bimîne û çavê gel li xebat û ezmûna wê Hizbê ye ku serkevtina Netewî û gehîştin bi armancên bilind jî her ji rêkea vê hizbê de bidest ve bên.

Pîroz be yadê 2 saliya vê yêkgirtina malbata mezine Dêmokrat li endam û alîgir wê û gelê Kurd.