Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûnên nerizayetiya perestaran li Îranê berfirehtir û micidtir bûne

11:49 - 21 Tebax 2024

Li halekê de ku kombûnên nerzayteî ya perestaran li bajarê Meşhedê rastî tundutijiuyê hat, malnişîkiriyan li bajarê Kirmaşanê de piştevanî li perestaran kirin û kombûnên nerizaytî berfirehtir bûn.

Kombûna Persataran ya roja Sêşemnî 30ê Gelawêjê, li nexweşxaneya Îmam Riza li bajarê Meşhedê, rastî reftarên hov û tundutîj ên hêzên parastina nexweşxaneyê hat, lê perestarên nerzaî li hember wan sekirin û ew neçar bi paşekîşiyê kirin.

Ew yeka li halekê de ye ku hêzên întizamî yên rêjîmê li bajarê Meşhedê de li cihê kombûna nerizayetiya perestaran li nexweşxaneya Wilayet de cihgîr bibûn û li bajarê Erakê de jî hêzên ewlehî gaza bîber li dijî perestarên nerazî bi kar anîbû û perestarek nerazî jî binçav kiribûn.

Li vê rojê de perestar û kadrên dermanî li bajarê Hemedanê tevlî wan kombûnan bûn û malnişînkiriyan li bajarê Kirmaşanê,bo piştevanîkirin li nerizayetiya perestaran, kombûneke berfireh a nerizayetiyê lidar xistin û dirûşmên wek: “perestar hişar e ji cudatîdanînan bêzar e” û “perestarê selamet em piştevanê ve ne” dan.

Herwisa li roja Çarşemî 31ê Gelawêjê, kombûna nerizayteiya Perestaran berfirehtir bûye û perestarên li bajarê Abadan, Cehrom û Nêyşabûr û çend bajarên din jî tevlî wan kombûnên nerizayetiyê bûne.

Hemû cehdên rêjîmê bo sekinandina kombûnên seranserî ya nerizayteiya perestaran rastî şikestê hatine û ew kombûn berfirehtir û micidtir bûne û perstaran ragihandine ku mafê me bi tenê dê li ser şeqaman bidest ve bê.