Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Danûstandinên bo agirbesta li Xezê bê encam man

12:29 - 21 Tebax 2024

Serdana Wezîrê Derve yê Amerîka bo Rojhilata Navîn bê encam ma û aloziyên li navbera Îsraîl û milîsên ser bi rêjîma Îranê dijwarti bûne.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê “Antony Blinken” piştî bê encamnana danûstandin bo cihgîrkirina aşitî û sekimandina şer li Xezê, li balafirxaneya bajarê “Dohê” de got: “Îsraîlê pêşniyara me erê kiribû û ew peyameke rohn û lezgîn e û em li rojên bê de dê hemû cehdekê bo gihîştin bi encamê bidin.

Zivirîna Antony Blinken bo Amerîka li halekê de ye ku Îsraîl bi berdewamî binke û navendên Hizbullahê li geliyê Boqa`ê de dike armanc û enbareke din a mûşek û rakêtên Hizbullahê teqandiye.

Herwisa Lubnanê ragihandiye ku 3 kes li başûrê Lubnanê de bi sedema êrîşeke esmanî ya Artêşa Îsraîlê de hatine kuştinê lê nasnameya wan belav nekiriye û Hizbullahê jî ragihandiye ku li hember vê êrîşê, rakêt û diron avêtine Îsraîlê.

Herwis êrîşên Artêşa Îsraîl bo ser milîsên Hemasê li bajarê Xanyûnis, berdewam e û serbazên Îsraîlê karine çendîn tûnelên wan li Xanyûnisê de peyda bikin ku li yek ji wan de termê 6 barimteyên Îsraîlê yên li destê Hemasê ên bi navên “Alex Dansig ê temen 75 salî, Jagef Bochestau yê temen 35 salî, Chaim Perry yê temen 79 salî, Yoram Metzger ê temen 80 salî , Nadav Papelul temen 51 salî û  Oraham Mender temen 78 salî” hatine peydakirin.