Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de, helwêstên Hizba Dêmokrat û gotarên nivîskar û xebatkaran û nûçeyên mafê mirovî û mijarên cuda cuda hatine weşandin ku mijar û gotarên vê hejmara Agirî wiha ne:
Manşêta - Yêkgirtina Hizba Dêmokrat, serkevtinekî netewî
Rûpela 2 - Peyama Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 79 emîm salvegera avakirina vê hizbê.
Rûpela 3 gotara - Çima xelk li Rojhilatê PDKÎê bi partiya xwe dizanin?, nivîsa Elî Munezemî.
Rûpelên 4 – Peyama rêzdar Mistefa Hicrî bi hilkevta roja cîhanî a Ciwanan li jêr navê: “Ciwan hêza tevgera guherînên kûr ên siyasî û civakî li avakirina paşerojeke cuda ne”.
Herwisa li rûpela 4 ê de gotara - 28ê Gelawêjê, fitwaya cîhad û şerekî berdewam li dijî Kurd, nivîsa Elî Budaxî dikeve ber çavan.
Rûpela 5 gotara - Şerê dawî, nivîsa Dr. Mecîd Heqî.
Rûpela 6 gotara - Jîngeha Zagrosê li ser lêva kendalê jinavçonê de ye, nivîsa Bêhzad Qadirî.
Rûpela 7 gotara - Gelawêj, rêbaza 79 salan xebata bêhempa û bêmînak e, nivîsa Eskender Ceiferî.
Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî tête dîtin.
Rûpelên 8 û 9 a hejmara 476 a Agirî hatine terxankirin bo çendîn peyamên pîrozbahiya part û aliyên siyasî bi hilkevta 25ê Gelawêjê ku bo Hizba Dêmokrat re hatibûne hinartin.
Rûpela 10 gotara - Pirsgirêka newekheviyê, nivîsa Vênûs Fayq.
Rûpela 11 - Çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma Îranê li Kurdistan û Îranê de hatine weşandin.
Rûpela 12ê dawî rûpela hejmara nû a Rojnama Agirî, postêrek li derheq 28ê Gelawêjê salvegera fermana cîhada Xumeynî bi dijî gelê Kurd li Rojhilatê
Kurdistanê dikeve ber çavan, postêr bi keda Serbest Urmiye hatiye dîzayînkirin û kêşan.
Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin û weşandin.
Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.