Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi kirêgirtiyên rêjîmê, agirên temirandî yên daristanan dubre hil dikin

11:31 - 22 Tebax 2024

Çendîn car e ku bi alîkariya jîngehparêzan û xelkê xwebexş, agirê daristanên devera Başmaxê têne temirandin lê careke din ji aliyê kesên nenaskirî ve agir bi wan daristanan têne berdan.

Pêka raporekê ku Encumerna “Keska Çiya” ya Merîwanê, belav kiriye, ku agirê pêkevtî li daristanên devera Başmaxê her carê bi alîkariya jîngehparêzan û xelkê xwebeş bi dana nirx û zehmetiyên giran, têne temirandin, lê piştre ji aliyê kesên nenaskirî, agir bi wan daristanan têne berdan.

Encumerna “Keska Çiya” ya Merîwanê, daxwaz ji xelkê kiriye ku bi hişariyeke zêdetir hay ji vê deverê hebin û her haleteke cihê şik û gumanê, xelkê agehdar bikin.

Belavbûna rapora Encumena “Keska Ciya” ya Merîwanê li halekê de ye ku rêjîma Îranê bi çendîn şêwazan agir berdide wan daristanan û egera vê yekê jî heye ku kesên derfetçî jî bi agehdarbûn ji vê siyaseta rêjîmê, agirê li daristanên Kurdistanê geş bikin.

Heta niha rêjîma Îranê ti bikerekî agirberdan bi daristanên Kurdistanê binçav nekiriye û berwajî, jîngehparêz ji aliyê rêjîmê ve rastî girtin, îşkencekirin û heta kuştinê tên ku mînaka herî berçav, şehîdkirina “Şerîf Bacwer” û hevalên wî ye.