Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Milîsên ser bi rêjîma Îranê li Lubnan û Sûriyê de li rewşa amadebaşiyê de ne

12:04 - 3 Tebax 2024

Piştî kuştina Îsmaîl Heniye û Fuad Şukur, milîsên ser bi rêjîma Îranê li Lubnan û Sûriyê de rewşa amadebaşiyê ragiahandine û beşek ji binke û navendên xwe bi cih hêlane.

Pêka rapora Çavdêrê Mafê Mirovî li Sûriyê, roja Înê 12ê Gelawêjê, milîsên ser bi rêjîma Îranê li Lubnan û Sûriyê de tevî hilveşandina hemû mirexesiyên endamên xwe, daxwaz ji endamên xwe kirine ku vegerin binkeyên xwe û Hizbullahê jî hejmarek ji binkeyên xwe li deverên wek “Zahiye”yê li derdora başûrê Bayrûtê, vala kirine.

Bi sedema gefxwarinên rêjîma Îranê rewş li Rojhilata Navîn, neewlehtir bûye û Amerîkayê jî hêzeke zêde li deverên “kendav, deryaya Naverast û deryaya Sor”, de cihgîr kirine ku li egera her êrîşek bo Îsraîl, piştevanî li Îsraîlê bike.