Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kabîneya nû ya rêjîmê pêka daxwaza Elî Xamineyî hatiye diyarîkirin

11:35 - 22 Tebax 2024

Tevî hemû soz û çewtekariyên serkomarê nû yê rêjîmê bo diyarîkirina wezîrên kabîneya nû, navbirî îtiraf kir ku wezîrên kabîneya nû pêka biryar û xwesta Elî Xamineyî hatine diyarîkirin.

Pêka gotina Mesûd Pizişkiyan, wezîrên kabîneya Çardehem a rêjîma Îranê pêka biryar û daxwaziya Elî Xamineyî yê rêberê rêjîma Îranê hatine diyarîkirin û piştî pesendkirina wî, navê wan wezîran bo erêkirinê, bi Meclîsê hatine ragihandin.

Meclîsa rêjîmê bi tevahiya deng, wezîrên pêşniyarkirî yên Elî Xamineyî bo Kabîneya çardehem erê kirin.

Îtirafkirina serkomarê nû yê rêjîmê û pesendkirina tevahiya wezîrên pêşniyarkirî yên ji aliyê Elî Xamineyî li meclîsa rêjîmê, vê rastiyê careke din dide ber çavên xelkê Îranê ku ne serkomar û ne meclîsa rêjîmê şiyan û derfeta dana biryarên girîng li Îranê de nînin û bi tenê cîbicîkarê ferman û destûrên Elî Xamineyî ne.

Mesûd pizişkiyan li pirûpagenda xwe ya serkomariyê de karîbû beşek ji xelkê Îranê bixapîne lê bi sedema hişmendiya xelkê Rojhilatê Kurdistanê, pîlanên wî rastî şikestê hatin û piraniya nêzî bi tevav a xelkê Kurdistanê, amade nebûn ku li dengdanê de beşdariyê bikin.