Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûnên nerizayetî li Kurdistan û Îranê de berfirehtir dibin

11:39 - 22 Tebax 2024

Li halekê de ku kombûnên nerzayteî ya perestaran li bajarê Meşhedê rastî tundutijiuyê hat, piştre li çendîn bajar û parêzgehên Kurdistan û Îranê de kombûnên nerizayetiyê bi rê ve çon.

Kombûna Persataran, li nexweşxaneya Îmam Riza li bajarê Meşhedê, rastî reftarên hov û tundutîj ên hêzên parastina nexweşxaneyê hat, lê perestarên nerzaî li hember wan sekirin û ew neçar bi paşekîşiyê kirin.

Ew yeka li halekê de ye ku hêzên întizamî yên rêjîmê li bajarê Meşhedê de li cihê kombûna nerizayetiya perestaran li nexweşxaneya Wilayet de cihgîr bibûn û li bajarê Erakê de jî hêzên ewlehî gaza bîber li dijî perestarên nerazî bi kar anîbû û perestarek nerazî jî binçav kiribûn.

Li vê rojê de perestar û kadrên dermanî li çendîn bajarên din jî tevlî wan kombûnan bûn û û herwisa sinfên din weke Kirêkarên şirketa Nef û Gazê, karmendên Muxabiratê, ajotvanên Otobûsan, Malnişîkiryan, û yên dinê li kombûnên xwe de li çendîn bajaran de, piştevaniya xwe li nerizayetiya perestan dane xuya.

Hevdem Werzêran li bajarê Kirmaşanê li Rojhilatê Kurdistanê û herwisa bajarên din ên Îranê wek Îsfehanê de kombûna xwe ya nerizayetiyê li derheq pirsgirêkên wek nebûna av, qutbûna berqa lipeyhev, û çend mijarên din, tevlî kombûnên nerizayetiyê bûne.

Li bajarê Bender Ebasê de jî ajotvanên mînîbûsan li derheq sekinîna kartên wan ên şewatê li ber deriyê Fernamdariya wî bajarî kombûna nerizayetiyê lidar xistin.