Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Urmiyê, bidar vekir.

11:50 - 22 Tebax 2024

Welatiyekî Kurd ê xelkê gundê “Hekê” ser bi bajarê Urmiyê ku bi tohmetên pêwendîdar bi madên Hişber sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, Li girtêgeha rêjîmê li bajarê Miyandavê de hate bidarvekirin.

Pêka rapora Ajansa Kurdpayê, sibêdeha roja Çarşemî 31ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Mihemed Daxistanî” ê xelkê gundê “Hekê” ê ser devera Tirgewer a bajarê Urmiyê û rûniştiyê taxa “Wîlaşehr” a bajarê Urmiyê ku bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber ji aliyê dadgeha rêjîmê ve sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin li girtîgeha rêjîmê li bajarê Miyandavê de hate bidarvekirin.

Heta belavbûna vê nûçeyê, bidarvekirina “Mihemed Daxistanî” ji aliyê berpirsên Fermî an ragihandinên navxweyî yên rêjîma Îranê, nehatiye belavkirin.

Rêjîma Îranê bi sepandina sizaya bidarvekirinê û birêvebirina vê sizaya sepandî, dixwaze li Îranê de rewşeke sam û tirsê cihgîr bike û temenê desthiladraiya xwe demdirêjtir bike