Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yada 25ê gelawêjê bi beşdariya pêşmergên hêzên Zaros, hate pîrozkirin.

11:53 - 22 Tebax 2024

Piştînivroya roja Sêşemî 30ê Gelawêja 1403 a Rojî, li Yada 79emîn salvegera avakirina Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi beşdariya dehan kes ji kadr û pêşmergên hêzên Zagros, bo bilind ragirtin û pîroz kirin vê hilkeftê û herwisa bi hilkevta salvegera ytekgirtina Dêmokratan bo rêûresmek hate lidar xistin.

Li wê merasimê de Berdevkê Hizba Dêmokrat rêzdar Xalid Ezîzî axaftinek pêşkêşî berbûyîyan kir û li destpêka axaftinên xwe de tevê pîrozbahîkirina 25ê Gelawêjî, 79emîn salvegera avakirina Hizba Dêmokrat li endam, kadr û pêşmergeyan, malbatên serbilind ên şehîdan û girtiyên siyasî, rola hemû wan kesên ku li Hizba Dêmokrat de rol û têkoşîn hebûne, bilind nirxand.

Rêzdar “Xalid Ezîzî” li berdewamiya axaftinên xwe de îşare bi felsefeya avakirin û naveroka Hizba Dêmokrat li ser bingeha bîr û hizra rêberên şehîd “Qazî, Qasimlo û Şerefkendî” û rol û pêgeha hezarn kes ji endam û kadr û pêşmerge, xelkê Kurdistanê bi piştevanê bingehîn ên Hizba Dêmokrat zanî û got: Hizba Dêmokrat hilkeliyayî ji îradeya xelkê Kurdistanê ye û bi hertim pişta vê bi gelê ve qahîm e.

Li vê derheqê de rêzdar Xalid Ezîzî bi balkêşandin bi rewşa niha ya xebta Hizba Dêmokrat, bas ji piştevanîkirina hemû aliyane a Hizba Dêmokrat ji tekoşîna medenî û giştî ya xelkê li navxweyê welat kir.

Rêzdar Xalid Ezîzî Berdevkê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li dawiya axaftinên xwe de bi hilkefta yêkgirtina Dêmokratan ku 2 sal berî niha û li 30ê Gelawêja 1401 a Rojî de hate kirin, tevî pîrozbahîkirina vê destkevta mezin li refên Hizba Dêmokrat û civatgeha Kurdistanê, hevgirtina Dêmokratan bi daxwaza xelkê Kurdistanê û îradeya yekîgirtinxwaziya rêberatî, kadr û pêşmerge û endamên Hizbê zanî.

Ev rêûresma ku ji çend birgeyên cuda pêk hatibû, bi şahî û dîlana beşdarbûyan, bi dawî hat.