Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê zêdetir ji hezar û 500 milyard Tumen bo navenda “Elmustefa” xerc dike

11:58 - 22 Tebax 2024

Navenda “Elmustefa” ya ser bi rêjîma Îranê ku navendeke bo perwerdekirina ciwanên hejar ên biyanî bi ideolojoiya rêjîma Îranê, li sala 1403 a Rojî, hezar û 500 milyard Tumen bûdec heye.

Rêjîma Îranê bi armanca perwerdekirina ciwanên biyanî bi îdeolojî û siyasetên şerxwazaneya rêjîmê, li pey ciwanên hejar ên xwendekar ên li welatên cîhanê bi taybet li welatên Hejar ên Afrîqa û Asiyayê de ye ku bikare wek more û li çêkirina fitne û belavkirina îdeolojiyên çewt ên rêjîmê li cîhanê de wan bi kar bîne.

Rêjîma Îranê bi vê armancê navenda perwedeya “Elmustefa” ava kiriye û li sala 1403 a Rojî de jî zêdetir ji hezar û 500 milyard Tumen bûdce ji dirafê xelkê hejar ê Îranê bo vê binkeya rêjîmê diyarî kiriye, ew bûdceye çendîn qat zêdetir ji bûdceya rêjîma Îranê bo zanîngehên bingehîn li Îranê de ye.

Navenda perwerdekirina sîxur û terorîstan a “Elmustefa”, bi awayê rasterast li jêr çavdêriya Elî Xamineyî de ye.