Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Îsraîl navendeke spaha pasdaran li Sûriyê mûşekbaran kir

11:11 - 24 Tebax 2024

Nûçegihaniya Sana ya rêjîma Sûriyê belav kiriye ku êwareya roja Înê 2ê Xermananê, balafirên Îsraîlî navenda Sûriyê kirine armanca mûşekan û sîstema berevaniya esmanî ya Sûriyê hejmarek ji wan mûşekan xistine xwarê lê hejmarek ji wan mûşekan bi armancê kevtine û tevî xisarên malî, 7 kes jî birîndar bûne.

Pêka hinek nûçeyên nefermî, hejmarek ji endamên spaha pasdaran a terorîst li encama êrîşa Îsraîl bo ser navenda lêkolînên zanistî li parêzgeh Humsê, hatine kuştin.

Heta niha bi awayê fermî kuştina wan endamên spaha pasdaran a terorîst nehatiye ragihandin û rêjîma Sûriyê jî nasnameya kesên birîndarbûyî û herwisa rêjeya xisarên madî ya li encama vê êrîşa esmanî, belav nekirine.

Binkeyên spaha pasdaran a terorîst û milîsên ser bi vê rêjîmê, bi berdewamî ji aliyê Artêşa Îsraîllê ve dibin armanc, lê Îsraîl li ragihandinên xwe de ti îşareyke bi wan êrîşan nakin.

Pêka rapora Çavdêrê Mafê Mirovî li Sûriyê, ji destpêka sala nû ya Zayînê ve 23 endamên spaha pasdaran a terorîst, 37 endamên Hizbullaha Lubnanê û 58 milîsên din ên ser bi rêjîma Îranê li êrîşên esmanî yên Îsraîl, li Sûriyê de hatine kuştin.