Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpisekî ewlehê yê rêjîma Îranê li bajarê Xaşê de hate kuştin

11:16 - 24 Tebax 2024

Berpirsê îdareya agahî ya rêjîma Îranê ku pêşîneya tundîtîjî û bêrêzîkirin bi xelkê hebû, li bajarê Xaşê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de ji aliyê kesên nenaskirî ve hate kuştin.

Roja Înê 2ê Xermananê, berpirsê îdareya agahî ya rêjîma Îranê li bajarê Xaşê yê bi navê “Husênelî Pîrî” li dema çon bo mala xwe li şeqama Bêhdaşt a wî bajarî, rastî teqeya kesên nenaskirî hat û pêka zanyariyên belavbûyî, wan kesên neaskirî ser û singê wî kirine armnanca gulleyan û kuştine.

Pêka rapora “Halveş”ê wî berpirsê ewlehî yê rêjîmê li heftiyên derbasbûyî de bi awayekî hovane reftar digel xelkê kiriye û bi tundûtîjî û azadrdan û bêrêzîkirinê xelk binçav kirine.

Herwisa hatiye baskirin ku navbirî li heyva Gelawêja îsal de li taxa “Welîabad” a bajarê Xaşê de êrîş kiriye ser mala hevwelatiyekî Belûç û bi teqekirin û gotinên kirêt û bêrîzîkirinê, bi awayê tundûtîj 2 hevwelatiyên Belûç binçav kiribûn.

Heta belavbûna vê nûçeyê ti kes an aliyekê, kuştina wî karbidestê hov ê rêjîmê nekşaye stuyê xwe.