Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûnên nerizayetî li 2ê Xermananê li Îranê de berdewam bûn

11:24 - 24 Tebax 2024

Kombûnên nerizayetî ya perestaran, werzêran û kedkarên pîşeyî li Îranê de berdewam in û nerizayetiya perestaran berfirehtir bûye û li gelek bajaran perestar tevlî kombûnên nerizayetiyê bûne.

Roja Înê 2ê Xermananê, nerizayetiya karmedên fermî yên “şirketa Neft a Felatê Qarê” li dorgeya Sîrî de berdewam bû û wan karmendan bi hilgirtina pêlakardan daxwaziyên xwe dubare kirin û dirûşma “heqdesta dadperwerane, mafê me ye” dan.

Herwisa kombûna nerizayetiya kedkarên şirketa “Wagon Pars” a bajarê Erakê ku ji 4 heftiyan berî niha ve dest pêkiribûn li roja Pêncşemî 1ê Xermananê de jî berdewam bû.

Kombûna nerizayetiya perestaran roj bi roj li Îranê de berfirehtir dibe û perestarên nexweşxaneyan ên dehan bajaran tevlî wan kombûnên nerizatiyê bûn û pêka nûçeyên belavbûyî rêjeya beşdariya perestaran gelek zêde bûye.

Herwisa kombûna nerizayetiya werzêrên parêzgeha Îsfehanê li 41emîn roja nerizayetiyê de berdewam bûye.

Heta niha berpirsên rêjîma Îranê û berpirsên pêwendîdar, ti bersiveke serast nedane bi wan neraziyan û bi reftaên tundûtîj, cehda fetisandina dengê mafxwaziya wan neraziyan kirine.