Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kuştina fermandeyên milîsên ser bi rêjîma Îranê li Lubnanê berdewam e

11:27 - 24 Tebax 2024

Artêşa Îsraîl li 3 êrîşên cuda de 3 berpirsên payebilind ên Hizbullaha li başûrê Lubnanê de kirine armanc û kuştin.

Li berdewasmiya êrîşên esmanî yên Îsraîl bo ser berpirsên payebilind ên Hizbullahê ku li êrîşa bo ser Îsraîlê de rol hebûne, li roja Înê 2ê Xermananê, “Mihemed Necim” ê endamê payebilind ê Hizbullahê ser bi yekeya rakêtî û mûşekiya Hizbullahê li başûrê Lubnanê, li êrîşeke dironî de li devera “Eyta El-Cebel” li başûrê Lubnanê de kuşt.

Herwisa Artêşa Îsraîlê li devera “Mîs El-Cebel”ê de berpirskî din ê yekeya mûşekiya Hizbullahê li êrîşeke esmanî de kuşt ku nasnameya wî nehatiye belavkirinê,

Herwisa endamekî payebilind ê Hizbullahê ku devera “Malikiye” li Îsraîlê kiribû armanc, li êrîşeke dironî de hatiye kuştin.

Heta niha zêdetir ji 400 endamêm Hizbullahê ji aliyê Artêşa Îsraîlê ve hatine kuştin.

Tevê ku hêj gefxwarinên rêjîma Îranê bo “Intiqamaa Sext !” her berdewam in, Artêşa Îsraîl bi berdewamî fermandeyên Hizbullah û Hemasê ji nav dibe û bi tekezî û rohnî ragihandiye ku her kesek êrîşê bike ser Îsraîlê, dê nirxeke giran bide.