Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê kolberek birîndar kir û girtiyek jî bidar vekir

11:29 - 24 Tebax 2024

Bi sedema lipeyketina hêzên hov ên sînorî yên rêjîma Îranê li pey kolberekî, ew ji bilindahiyê ve kevte xwarê û bi dijwarî birîndar bûye û herwisa rêjîmê girtiyekî kurd li girtîgeha rêjîmê li bajarê Tewrêzê de, bidar vekir.

Pêka rapora Kurdpayê, kolberek ê bi navê “Kiyûmers Rastaxane” yê xelkê gundê “Dupilore” ser bi bajarê Merîwanê, li encama lipeyketina hêzên hov ên sînorî yên rêjîma Îranê li bilindahiyên çiya li deverên sînorî yên bajarê Marîwanê re weresiya û kevte xwarê û bi dijwarî birîndar bûye ku bo çareseriya pizişkî bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.

Herwisa Kurdpayê bi belavkirina nûçeyekî daye zanîn ku welatiyekî Kurd ê bi navê “Xalid Cehangîrî”, kurê “Ebdullah”, xelkê gundê “Balo”yê ser bi bajarê Urmiyê, ku bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber li dadgeha rêjîmê de sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, sibêdeha roja Pêncşemî 31ê Gelawêjê li girtîgeha rêjîmê li bajarê Tewrêzê de hate bidarvekirin.

Navbrî bavê 3 zarokan e û heta niha, berpirsên girtîgehê û ragihandinên ser bi rêjîmê bidarvekirina wî belav nekirine.