Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Netewên Yekgirtî rexne ji rêjîma Îranê girt

11:31 - 24 Tebax 2024

Bi sedema binpêkirina eşkere ya mafê netewên bê maf û kêmaniyên olî ji aliyê rêjîma Îranê ve, Saziya Netewên Yekgirtî rexne ji rêjîma Îranê girt û kiryarên rêjîma Îranê bi cinayet li dijî mirovahiyê binav kirin.

Roja Înê 2ê Xermananê, Komîteya Nehiştina Cudatiyên Regezî ya Saziya Netewên Yekgirtî (CERD) bi belavkirina raporekê li derheq binpêkirina eşkere ya mafê kêmîneyên olî û netewên bê mafe xeyrî Fars û  ji aliyê rêjîma Îranê li pêvajoya xwenîşandanên nerizayetî li heyva Xezelwera 1398, demsala Havîna 1400 û xwenîşandanên li şoreşa “Jîna”yê, nigeraniya xwe nîşan da.

Vê komîteyê ku encama lêkolînên xwe yên li ser 7 welatên Îran, Bilarûs, Bosnî û Hêrzêgovîn, Îraq, Pakistan, Birîtaniya û Vênêzoêlayê belav kirine li beşa taybet bi Îranê de daxwaza lêkolînên serbixwe û bêalî li derheq binpêkirina mafê mirovî ji aliyê rêjîma Îranê li pêvajoya nerizayetiyan li Îranê û qerebûkirina wan binpêkirinan kiriye.

Li vê raporê de hatiye ku netewên bê maf wek Kurd, Belûç, Ereb, Turkemen, Azerî û herwisa kêmaniyên olî li pêvajoya şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê de bi taybet Kurd û Belûç rastî tepeseriya zêde ya rêjîma Îranê hatine û ew yeka, encama cudatîdanînên ji mêjve ye ku divê bi dawî bên.