Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

3 ciwanên bajarê Urmiyê li çemê Zabê de xendiqîn

10:52 - 25 Tebax 2024

3 ciwanên malbateke xelkê bajarê Urmiyê ku bo geriyanê serdana çemê Zab li bajarê Serdeştê de kiribûn, li nav çemê Zab de xendiqîn û bi alîkariya xelkê devera Mîrawê, termên wan ji avê hatine derxistin.

Pêka raporên belavbûyî, 3 ciwanên malbateke ku birayek û 2 xûşkebûn xelkê gundê “Balûlan”ê ser bi devera “Tirgewer” a bajarê Urmiyê yên bi navên “Danyal Kazimî, Hacer Kazimî û Meryem Kazimî ên zarokên “Idrîs Kazimî” ku bo geriyanê serdana çemê Zabê li devera Mirawê ya bajarê Serdeştê Kiribûm, li nav avê de xendiqîn.

Pêka raporên belavbûyî, xweîşka wan ciwanan kevtibû nav ava çem û xwîşk û birayê wê bi armanca rizgarkirina wê, xwe avêtibûne nav ava çem, lê tevî ku nekarîn xwîşka xwe rizgar bikin, bi xwe jî canê xwe ji dest dane.

Herwisa hatiye baskirin ku hejmarek ji xelkê bajarê Mîrawê ser bi bajarê serdeştê hemû hewla xwe bo peydakirina lezgîn a wan ciwanan dabûn, lê mixabin nekarin wan li demeke kin de peyda bikin û piştî derbasbûna çend demjimêran û bi zehmetiyan, karîn termên wan ên bêcan li nava ava wî çemî de peyda bikin.

Hejmarek ji xelkê deverê ragihandine ku sala pêştirt jî 2 xwîşk li wî cihî de xendiqîbûn û daxwaz ji berpirsên pêwendîdar kirine ku li cihên metirsîdar ên wî çemî de tablo û nîşandekên huşdarîdanê dabinên da ku karesatên wiha dubare nebin.