Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şêvra hewahengiya nerizayetiya Perestaran, daxwaza piştevaniya xelkê ji perestaran kir

11:09 - 25 Tebax 2024

Şêvreya hevahengiya nerizayetiya perestaran li daxuyaniyekê de ragihand, li heyamê çend rojên derbasbûyî de perestaran li pitir ji 35 bajaran û pitir ji 60 nexweşxanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de, zêdebarî rewşa tunde ewlehî û cehda tepeserkirina perestaran ji aliyê hêzên rêjîmê ve, û sozên direvîn yên wezîrê tendirustiyê, li ser mangirtin û kombûn û nerizayetiya xwe berdewamin, lewma şêvreya hevahengiya nerizayetiya perestan, daxwazê ji xelkê seranserî Îranê û qat û parên cudaye xelkê dike ku piştevaniya dengê nerizayetiya perestaran bikin.

Roja Şemî 3ê Xeremananê, perestarên dehan bajaran û sedan nexoşxaneyan li ser kombûnên nerizayetî ya xwe berdewam bûn û rêpîvana nerizayetî lidar xistin, bi wî awayî kombûn û mangirtina perestaran li Îranê berfirehtir û micidtir bûne û ji şêwaza mangirtin û kombûnê nerizayetî ber bi rêpîvan û xwenîşandana ser şeqam ve diçe.

Heta niha berpirsên rêjîmê ti bersiveke serast nedane daxwaziyên perestarên nerazî û piraniya perestaran li ser vê bawerê ne ku mafê wan dê li ser şeqaman bi dest ve bê û vê yekê li nerizayetiyê xwe de wek dirûşm bi kar tînin.