Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Îsraîl bi êrîşa pêşdestane, rêgirî ji êrîşa berfireh a Hizbullahê kir

11:31 - 25 Tebax 2024

Artêşa Îsraîl belav kiriye ku li êrîşeke berfireh a esmanî de rêgirî ji êrîşeke berfireh a dironî û mûşekiya Hizbullahê bo ser Îsraîlê kiriye û Hizbullahê jî ev yeka înkar kiriye.

Artêşa Îsraîl bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku Artêşa Îsraîl li êrîşeke esmanî bi beşdariya zêdetir ji 100 balafirên şerker, mezintirîn operasiyona wî welatî bo ser Lubnanê encam dane û li vê operasiyona pêşdestane de karine pîlana êrîşa berfireh a mûşekî û dironiya Hizbullahê bo ser Îsraîlê pûç bikin.

Pêka ragihandina artêşa Îsraîl, Hizbullahê bi beranmeyeke dariştî bi alîkariya rêjîma Îranê dixwest li demjimêr 5ê sibêdehê, bi 6 hezar diron û mûşekan, Îsraîlê bike armanc lê li êrîşa pêşdestaneya Artêşa Îsraîlê 15 xulekan berî vê êrîşê, hezaran cih kirine armanc û teqandine û Hizbullahê bi tenê kariye bi 210 rakêt û nêzî 20 dironan êrîşê bike ser Îsraîl ku piraniya rakêtan û dironên Hizbullahê li esman de hatine teqandin û hejmarek ji wan diron û mûşekan jî li erdên betal kevtine.

Hizbullaha Lubnanê li bersiva vê daxuyaniya Artêşa Îsraîlê de tevî redkirina îdiayên Îsraîlê ragihand ku bi 300 diron û rakêtan êrîş kiriye ser Îsraîlê û êrîşa xwe ya yekem bi dawî anîne û li hizra berdewamkirina wan êrîşan de ne.