Li rojên destpêkiya vê heftiyê hostayekî mikanîk û kedkark ên xelkê bajarê Bokanê bi sedema bûyerên kar canê xwe ji dest dane.
Pêka rapora “Çaw News”ê roja Yekşemî 4ê Xermananê, hostayekî şareza yê warê mikanîkî yê bi navê “Mihemed Rehnimûn”, naskirî bo “hosta Mihmemedê Mikanîk” yê xelkê bajarê Bokanê ku çend rojan berî niha li dema bikaranîna asansora bînayekê, rastî berqgirtinê hatibû, roja Yekşemiyê li nexweşxaneya bajarê Bokanê de canê xwe ji dest da.
Herwisa rojekê pêştir li roja Şemî 3ê Xermananê, kedkarek ê bi navê “Zanko Qadirî” yê xelkê gundê “Sarde Kiwêstan”, ser bi bajarê Bokanê, li dema karkirinê de li bajarê Azerşehrê de rastî berqgirtinê hat û canê xwe ji dest da.
Bi sedena nebûna alavên xweparastina kedkaran, berçavnegirtina ewlehiya cihê karkirinê ji aliyê xwedîkar û herwisa bêwecbûna alavên bikaranîn li karên çêkirina bînayan, kedkar zêdetir rastî bûyerên kar tên.