Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mitch McConnell bandora rêjîma Îranê li Rojhilata navên de bi şêrpence binav kir

11:43 - 26 Tebax 2024

Serokê kêmîneya Komarîxwazan li Meclîsa Senaya Amerîkayê daye zanîn ku bandor û derzkirina tundûtîjiya rêjîma Îranê li Rojhilata Navîn de wek şêrpencê ye.

Roja Duşemî 5ê Xermananê “Mitch McConnell” ê Serokê kêmîneya Komarîxwazan li Meclîsa Senaya Amerîkayê bi belavkirina daxuyaniyekê, derzkirin û bandora tunjdûtîj a rêjîma Îslamiya Îranê li Rojhilata Navîn de bi şêrpence binav kir û ragiahnd ku Hizbullaha Lubnanê xirabtirîn cura vê şêrpencê ye.

Rêjîma Îranê bi dana cebilxane û alîkariya tevav a malî û dabînkirina hewcehiypên Hizbullahê li Lubnanê, bûye sedem ku Hizbullah bi hêsanî îdelojiya şerxwazaneya rêjîma Îslamiya Îranê li Lubnanê de bi rê ve bibe û bi rênimûniyên rêjîma Îranê li ser ewlehiya Îsraîlê bibe gef û aramiya welatên wek Ordonê bêxî jêr metirsiyê.

Herwisa Hizbullha Lubnanê bi alîkariya spaha quds ticarete mezin a madên hişber bi taybet ticareta hebên “Kaptagon” bi rê ve dibe û torên ticareta madên hişber û herwisa terorîzmê bi taybet li Ewropayê de berfirehtir dike.