Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê hêza xwe li Rojhilata Navîn de zêdetir kir

12:10 - 26 Tebax 2024

Amerîkayê 2 gemiyên xwe yên hilgirê balafiran li Rojhilata Navîn de cihgîr kirin û bi wî awayê hêza deryayê ya Amerîka li deverê de hem zêdetir bû û hem mana wan demdirêjtir kir.

Bi sedema zêdebûna aloziyên li encama pîlan, fitne û şerxwaziyên rêjîma Îranê li Rojhilata Navîn de, Amerêkayê heyama mana gemiyên balafirhilgir ên “USS Abraham Lincoln” û “USS Theodore Roosevelt” ku hilgirê çendîn curên herî pêşkevtî yên balkafirên wek F22 û F35 in, li Rojhilata Navîn de demdirêj kir.

Herwisa digel wan gemiyên balafir dehan gemiyên şerker ên din ên Amerîkayê li vê deverê de cihgîr bûne.

Amerîkayê pêştir, balafirên stratejîk ên bombhawêj ên cura B2 û jêrderyayîya  “USS Georgia” ku hilgirê çendîn cur ji mûşekên balistîkî ye, li deverê de cihgîr kirine.

Bi wî awayê Amerîkayê bo rawestan û rêgirîkirin ji şerxwaziyên rêjîma Îslamiya Îranê, hem hêza xwe û hem heyama mana wan li Rojhilata Navîn de zêdetir kir.