Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

kombûnên nerizayetiyê li Îranê de berfirehtir dibin

11:14 - 27 Tebax 2024

Kombûna nerizayetiya perestaran berdewam e û li bajarê Gurganê de perestar tevlî kombênên nerizayetiya seranseriye perestaran bûn, herwisa karmendên pîşeya gaz û nefta Îranê jî kombûnên nerzyatiyê lidar xistin.

Roja Duşemî 5ê Xermananê, li bajarê Gurganê ser bi parêzgeha Gulistanê, perestarên wî bajarî bi lidarxistina kombûna nerizayetî li rûberûyê Stada navendî ya zanîngeha Gulistanê, tevlî kombûna nerizayetî ya perestan bûn.

Herwisa li vê rojê de karmendên fermî yên palavtingeha gaza “Fecirê Cem” li bajarê Bûşêhrê de kombûna nerizayetiya xwe berdewam kirin û li rûberûyê bînaya vê şirketê li bajarê Bûşêherê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Roja pêştir jî li çendîn bajaran de perestar tevlî kombûnên nerizayetiyê bibûn û herwisa hejmarek ji kedkarên jikarderxisti yên kompaniya “Sorb û Rûy” a Îranê li bajarê Zencanê de li rûberûyê parêzgariya Zencanê kombûna nerizayetiyê lidar xistin, herwisa li roja Yekşemiyê kombûna nerozayetî ya karmendên Pîşeya Neft û gaza Îranê berdewam bû û kedkar û karmendên deverên Başûr ên deverên neftî yên Îranê, tevlî kombûnên nerizayetiyê bûn.