Êrîşên esmanî yên Îsraîl bo ser milîsên ser bi rêjîma Îranê berdewam in û 6 milîsên din ên Hemasê li bajarê Tûlkerem kirine armanca dironekê û kuştine.
Pêka raporên belavbûyî, roja Şemî 13ê Gelawêjê, maşîneke hilgirê 6 milîsên Hemasê li devera Zeyta li nêzî bajarê Tûlkerem, bû armanca dironeke Îsraîlî û 6 milîsên Hemasê ku yek ji wan fermandeyekî hêza “Qesam” a Hemasê bûye, bi maşînê ve hatine teqandin.
Pêka wan raporan navê wî fermandeyê Hêza Qesam “Hêysem Belîdî” bûye.
Li wan 2 rojên derbasbûyî de hejmareke zêde ji binke û navendên milîsên ser bi rêjîma Îranê û herwisa çendîn fermandeyên Hemasê ji aliyê Artêşa Îsraîl ve bûne armanc û hatine jinavbirin.