Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 8 welatiyên xelkê bajarê Şinoyê binçavkirin

11:26 - 27 Tebax 2024

Dezgeha dad a rêjîmê 8 kes ên xelkê 2 gundên bajarê Şinoyê binçav kirine û merca azadkirina wan, wajokirina belgeyekê bi armanca dana beşek ji erdê welatiyên wan gundan bi rêjîmê ye.

Rêjîma Îranê bi armanca destdanîn bi ser çêrîngeha gundên “Aliyawê û Gurgawê”, 8 welayitên wan 2 gundan ku şêwraya gund, dêhyar û rêdînsipiyên wan 2 gundan li xwe digre, wek barimte binçav kirine û bi wan ragihandine ku heta belgeya dana erdê vê çêrîngehê bi rêjîmê wajo nekin, ew nayêne azadkirin.

Pêka raporên belavbûyî, Resûl Hacî Sewce, Wahîd Enwerî, Behmen Enwerî, Hesen Enwerî, Hacî Husên Qurbanî, Husên Miqyasî, Celîl Pirdabadî, û Qadir, yên xelkê gundên “Aliyawê û Gurgawê”bi fermana dadstanê rêjîmê hatine binçavkirin ku heta li jêr givaşê de belgeya dana erdê xelkê bi rêjîmê wajo bikin.

Herwisa û li vê derheqê de kesek ê bi navê “Hemze Elyasî” li şeva pêştir rastî teqeya kesên nenaskirî hat û birîndar bû.

Wan 8 kesan û xelkê wan 2 gundan nerizayetiya xwe li hember hewla dagîrkirina çêrîngehê dabûne xuya û bi vê sedemê rêjîmê ew 8 kes binçav kirine ku bi zorê, dest bi ser çêrîngeha wan 2 gundan de bigre.

Pêştir îdareya mesken a rêjîmê û îdareya rê û bajarsaziya rêjîmê li bajarê Şinoyê, bi rêya hinek bi kirêgirtiyan hewl dabûn ku dest bi ser vê çêrîngehê de bigrin.