Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê Ketayîbê Hizbullahê bo alozkirina deverê bi kar tîne

11:28 - 27 Tebax 2024

Pêka raporên belavbûyî, taqîmeke ser bi rêjîma Îranê ya bi navê “Ketayîb Hizbullah” bi piştevaniya spaha quds a rêjîma Îranê, encamderê kiryarên tirtorîstî yên vê dawiyê li dijî navendên cihûyan li Ozbekistan û Qezaqistanê de bûye.

Pêka vê raporê, ew girûpa ser bi rêjîma Îranê, pêştir li Îraq û Sûriyê de dixebitî lê niha bi piştevaniya spaha pasdaran a tirorîst, li Asiyaya Navendî de jî dixebite.

Li vê raporê de hatiye ku Ketayîbê Hizbullah bi rêya kesekî Tacîk ê bi navê “Mihemedelî Burhanov” naskirî bi “Seyîd Hemîd El-Tacîkî” li Ozbekistan û Qezaqistanê de kiryarên terorîstî kirine. 

Pêka vê raporê “Mihemdelî Burhanov”, li jêr çavdêriya 400 kes ji hêzên spaha quds a spaha pasdaran a terorîst û berpirsên wek “Husên Rehmanî”, kiryarên terorîstî dikin û ew milîsên nû hevkarî digel taqimên tundajo ên wek Cîhadî, DAÎŞ û Talibanê de rol hene.

Ketayîbê Hizbullah wek hêzeke Hizbullahê tê naskirin û beşek ji Heşda Şeibî ye ku li sala 2007ê de hate rêkxistinkirin û rêjîma Îranê bi micidî û pêdegirî, li warê malî, cebilxane û perwedeya leşkerî de piştevaniyeke tevav li wan dike.