Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Malnişînkiriyan li Kurdistan û Îranê de kombûnên nerizayetî lidar xistin

11:39 - 27 Tebax 2024

Malnişînkiriyên îdareya Muxabirat û malnişînkiriyên saziya dabînkirina civakî, li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de kombûnên nerizayetî yên hevpar lidar xistin.

Roja Duşemî 5ê Xermananê, Malnişînkiyên îdareya Muxabirat û saziya Dabînkirina civakî bi awayekî hevpar li parêzgehên Sine, li Rojhilatê Kurdistanê û parêzgehên din ên Îranê yên wek “ Zencan, Gîlan, Tewrêz, Xûzistan û Ehwazê de tevlî kombûnên seranserî yên malnişînkiriyan li rojên Duşemî yên hemû heftiyan li Îranê de bûn.

Wan malnişînkiriyan tevî dubarekirin û pêdegirî li ser daxwaziyên xwe, daxwaza jikarderxistina birêveberên bikêrnehatî, neçarkirina berpirsên çewtekar bi bersivdanê û daxwaza mafê dadperwerane kirin.

Ew kombûnên nerizayetî li halêkê de bi rê ve çone ku kombûnên nerizayetiya perestaran li Îranê de zêdetir, berfirehtir û micidtir bûne û herwisa rastî reftarên hov ên rêjîmê tên û bo lêpirsînê bo navendên ewlehî têne gazîkirin û heta niha çend kes ji perestarên nerazî hatine binçavkirin û hinek jî rastî lêdan û kutanê hatine.