Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binav mamostayekî zanîngehê, bêrêzî bi şehîd “Jîna Emînî”yê kir

11:42 - 27 Tebax 2024

kesekî ser bi rêjîma Îranê yê bi navê “Elî Intizarî” li hevpeyvîneke telêvîzyonî de bi bêrêzîkirin û kirêtî, şehîdkirina Jîna Emînî bi pelçiqîna keçekurdeke Sunnî binav dike.

Roja Dûşemî 5ê Xermananê, kesekî ser bi rêjîma Îranê yê bi navê “Elî Intizarî” li jêr navê mamostayê zanîngehê û binav civaknas li hevpeyvînekê de li bernameya “Şîwê” li reng û degê rêjîmê de bi awayekî kirêt û dûr ji pirensîpên exlaqî, şehîdkirina “Jîna Emînî” bi pelçiqîna keçe kurdeke Sunnî binav dike.

Herwisa wî binav mamostayê zanîngehê, reftara hêzên rêjîmê digel xelkê bi şêweya reftara bav digel zarokên xwe binav kiriye û bêşermane gotiye ku rêjîm neçar bi bersivdana tundûtîj bi nerizayetiyan bûye û piştre înkar kir ku tundûtîjî qewimî ye.

Axaftinên bêrêzane û kirêt ên wî kesê sivik, bûye sedema nerizayetiya xelkê û li torên civakî de dengvedaneke mezin hebûye.

Egera vê yekê heye ku sivikatî û bêrîzîkirina wî kesê ser bi rêjîmê bi şehîd “Jîna Emînî” bibe sedema kombûnên nerizayetî bi taybet li bajarên Rojhilatê Kurdistanê.

.