Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kirina xwearinan li Îranê kêm bûye

11:45 - 27 Tebax 2024

Pêka amarên rêjîmê, kirîna xwarinan li Îranê li heyva Pûşpera îsal bi berhevdanîn digel heyva Pûşpera sala derbasbûyî, %7 kêm bûye ku dide xuya şiyana xelkê bo kirîna xwarinan kêmtir bûye.

Pêka amara ku navenda lêkolîn a meclîsa rêjîmê belavkiriye, dijwartirbûna qeyranan li Îranê li warê aborî, bandor li ser beşa xwarinjan jî danaye û pêka amarên vê navendê, firotina xwarinan û vexwarinan li Îranê li heyva Pûşpera îsal bi berhevdanîn digel heyva Pûşpera sala derbasbûyî, zêdetir ji %7.3 kêm bûye ku dide xuya şiyana xelkê bo kirîna xwarinan kêmtir bûye.

Herwisa li vê amarê de hatiye ku kirîna xwarin û vexwarinan li Îranê li heyva Pûşpera îsal bi berhevdanîn digel heyva pêştir a îsal, %7.6 kêmtir bûye.

Ew amare dide xuya ku şiyana kirîna xwarin û vexwarin li Îranê de daketiye lê amara serast gelek ji vê amarê zêdetir e û ew yeka pirsgirêkek micid û gefek metirsîdar li ser tendirustiya xelkê Îranê ye ku bi sedema destnekevtina xwarina hewce û tendirûst, tevî pirsgirêgên tendirûstiyê, rastî xercên gelek zêde bo çareseriya pizîşkî tên û piraniya xelkê şiyana dabînkirina xercê ceribandinên pizîşkî û dermanan nînin.

Pêştir jî “Mihemedismaîl Motleq”, serokê ofîsa bilind a tendirustî û ewlehiya xwarinê li Îranê dabû zanîn ku 8 parêzgeh li Îranê de bi awayekî gelek micid û metirsîdar li jêr gefa destnekevtina xwarina hewce de ne û li vê derheqê de bi micîdî huşdarî dabû.