Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Taqimeke ser bi rêjîma Îranê 2 polîsên welatê Nîcêriyê kuştin

11:47 - 27 Tebax 2024

Taqimek a bi navê “tevgera îslamiya Nîcêriyê”, êrîş kiriye ser polîsê Nîcêriyê û 2 polîs kuştine û 3 polîs jî birîndar kirine ku li rewşeke nexuya li nexweşxaneyê de ne.

Pêka rapora Polîsê Nîcêriyê, kesên ser bi “tevgera îslamiya Nîcêriyê” bi serokatiya “Îbrahîm Zikzakî” naskirî bi “Şêx Zikzakî” ku axundekî ser bi rêjîma Îranê ye, berpirsê vê êrîşa bo ser polîsê Nîcêriyê û kuştin û birîndarkirna wan e.

Pêka vê raporê, wan milîsên ser bi rêjîma Îranê bi “qeme, çeqû û bombên destçêkirî” êrîş kirbûne ser binkeyeke polîs û 3 maşînên polîs jî şewitandine lê polîs ew êrîşker binçav kirine.

Şêx Zikzakî bi awayê rasterast ji aliyê rêjîma Îranê ve tê piştevanîkirin û heta niha çend caran hevdîtin digel Elî Xamineyî kiriye û tevî vergirtina xelat û dirafeke zêde ji bûdceya xelkê Îranê, ji aliyê rêjîmê ve tê piştevanîkirin.

Welatê Nîcêriye heşîmeteke zêdetir ji 220 milyon kesî li Afrîqayê de ye ku kêmîneyeke kêm a şîeyan jî li wî welatî de dijîn ku rêjîma Îranê bi rêya “Şêx Zikzakî” dixwaze aramiya jiyana wan û xelkê Nîcêriyê aloz bike.